Erdogan dertê gera Kendavê û wê 200 karsaz pê re bin

15 July 2023 21:01 0 dîtin
Erdogan dertê gera Kendavê û wê 200 karsaz pê re bin

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi 200 karsazan re roja duşemê diçe gera Erebistana Saûdî, Qatar û Îmaratan. Hedefa Erdoğan bêhtir firehkirina bazara bazirganiyê ye.

Gera Erdoğan û karwanê pê re, wê li welatên navborî tevlî forman bibin. Forma kar ya Erebistan-Tirkiyê di 17 ê Temmûzê de, ya bi Qatarê re di 18 ê Temmûzê de û ya Îmaratan li Abû Dabiyê wê di 19 ê Temmûzê de be. Hefta borî Erdoğan li ser gera Kendavê weha gotibû:

“Min hevalên me berê şand. Li Erebistan, Qatar û Îmaratan geriyan. Em jî bi heyetekî re diçin. Em dixwazin têkiliyên xwe yên navbera Erebistanê, Qatar û Îmaratan xwurt bikin. Hetta îro Muhammed bin Zayed geriya. Meraq dikin bê çi bû, çawa derbas bû? Me ji wan re got ku roja çarşemê em mêvanên wan in. Em ê bi detay biaxifin. Em ê ji Qatarê herin wê derê. Ez bi hêvî me.

Di seredanên ewilî de hevalên me wan agahdar kirin. Em ê her tiştî di cîh de bibînin. Ji me re gotin ku ew amade ne li Tirkiyê veberhênanan bikin.”