Erdogan, ji bo 100emîn salvegera Peymana Lozanê peyamek da

25 July 2023 13:30 0 dîtin
Erdogan, ji bo 100emîn salvegera Peymana Lozanê peyamek da

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, bi helkefta 100emîn salvegera Peymana Lozanê peyamek parve kir.

Recep Tayip Erdogan di peyama xwe de bal kişand ser gavên nû yên ji bo vê peymanê û bi vî awayî peyama xwe bi vî awayî da:

“Îro 100 saliya Peymana Aştiyê ya Lozanê ye ku yek ji xalên zivirînê yên dîroka me ye. Vîna gelê me yê ezîz, ji bo serxwebûna tam di pêvajoya muzakere û destnîşankirina Peymana Lozanê de bi awayekî gelek xurt xwe nîşan da.

Her çiqas em mafên ku bi Peymana Lozanê bi dest xistine bi biryardarî biparêzin, em ê bi gavên nû destkeftiyên welatê xwe xurtir bikin.

Em ê bi biryardarî mafên ku me bi Peymana Lozanê bi dest xistine biparêzin, em ê bi gavên nû destkeftiyên welatê xwe xurtir bikin.”