NYyê serlêdana Peymana Lozanê ya DIAKURDê pesend kir

03 September 2024 15:50 0 dîtin
NYyê serlêdana Peymana Lozanê ya DIAKURDê pesend kir

PeyamaKurd - Serlêdana Konfederasyona Kurdên Dîasporayê (DIAKURD) ya li Neteweyên Yekbûyî (NY) ku xwesibûn 'ji ber Komara Tirkiyeyê şertên Peymana Lozanê yên di derbarê Kurdan de bi cih nayîne, bê darizandin' ji aliyê NYyê ve hate pesendkirin.

Hewlên DIAKURDê yên ji bo dadgehkirina Tirkiyeyê û neheqiyên ku di Peymana Lozanê de li Kurdan hatine kirin derbazî qada navneteweyî bûn.

Parêzerên DIAKURDê Hişyar Ozalp û Ridvan Dalmiş di 2yê Gulana 2023yan de, ji bo mafê diyarkirina çarenûsa xwe yê Kurdan ê ku di Peymana Lozanê de hatiye paşguhkirin, bêne pêkanîn, serî li Kabîneya Serokkomariya Tirkiyeyê dabû.

DIAKURDê bi vî awayî pêvajoyeke yasayî dabû destpêkirin. Parêzerên DIAKURDê, ji ber ku di dema yasayî de ti bersiv nehatin dayîn, mijarê arasteyî Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê kir.

Parêzerên DIAKURDê, bi daxwaza betalkirina Peymana Lozanê û daxwaza “mafê xwebirêvebirina neteweya Kurd” serî li Dadgeha Bilind a Tirkiyeyê da. 

Parêzerê DIAKURDê Hişyar Ozalp di derbarê mijarê de ji Rûdawê re axivî û got:

“Dadgeha 6emîn a Îdarî ya Enqereyê diyar kir ku mafê Kurdan ê diyarkirina çarenivîsa xwe li dijî hebûna dewleta unîter û çar xalên ewil ên destûra bingehîn e. Dadgehê her wiha diyar kir ku di nav sînorên Komara Tirkiyeyê de, ti otoriteya giştî ya ku karibe vî mafê Kurdan binirxîne nîne. Me îtirazî vê biryarê kir. Dadgeha 10emîn a Îdarî ya Herêma Enqereyê jî biryara dadgeha îdarî rewa dît û daxwaza me red kir. Bi vî awayî rêyên hiqûqî yên navxweyî qediyan û biryara teqez hat dayîn”

Ozalp da zanîn ku piştî wan ji hiqûqa navxweyî encam wernegirt, serî li Komîteya Mafên Mirovan a NYyê da û wiha domand:

“Me di serlêdana xwe de diyar kir ku her çi qasî heyeta Tirk di Peymana Lozanê de soz dabû ku Kurd jî wekî Tirkan bibin xwediyê heman mafan û bi hev re Tirkiyeyê îdare bikin jî piştî avakirina Komarê ev soz nehat bicihanîn. Me îdia kir ku Kurd di pêvajoyên biryardayînê de cih nagirin û mafên wan ên kolektîv nayên naskirin û bi polîtîkayên asîmîlasyon û tunekirinê re rû bi rû man."

“Li bakurê Kurdistanê pêvajoya îdarî bi asayî nehat birêvebirin”

Ozalp eşkere kir ku wan di serlêdana xwe ya li Komîteya Mafên Mirovan a NYyê de gotiye ku Tirkiyeyê xala 5emîn a Peymana Mafên Sivîl û Siyasî bin pê kiriye û wiha domand:

“Her wiha me diyar kir ku ji salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê ve Bakurê Kurdistanê bi rêbazên îdarî yên awarte tê birêvebirin. Di nav van pêvajoyên birêvebiriya awarte de çavdêriya giştî, yasaya leşkerî û pratîkên rewşa awarte û tayînkirinên qeyûman ên îro jî hene. Bakurê Kurdistanê bi pêvajoyên îdarî yên normal nehatiye birêvebirin. Em li dijî biryarên dadgehên Tirkiyeyê derketin ku mafên Kurdan li dijî çar madeyên ewil ên destûra bingehîn û hebûna dewleta unîter qebûl dike. Hiqûq û peymanên navneteweyî garantî kiriye ku mafên miletekî bi mafên serwerî yên dewleteke din nayê sînordarkirin û mafên neteweyî yên Kurdan jî nayên binpêkirin. Lewma ev helwesta Komara Tirkiyeyê li dijî hiqûqa navneteweyî ye.

“Me diyar kir ku hebûna Kurdan nayê qebûlkirin”

Ji ber ku Komara Tirkiyeyê mafê Kurdanên ê diyarkirina çarenivîsa xwe ya navxweyî nas nake, êdî neçar bûye ku Kurd mafê çarenivîsa xwe ya derve, yanî mafê veqetandinê bi kar bîne. Me diyar kir ku ji ber ku mafê Kurdan di birêvebirina çavkaniyên xwe yên aborî, bikaranîna mafên ziman û çandî de nayê naskirin, ji ber vê yekê mafê cudabûnê êdî bûye pêwîstiyek. Me di serlêdana xwe ya li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de îdia kir ku Tirkiyeyê xala 5emîn a Peymana Navneteweyî ya Mafên Sivîl û Siyasî bin pê kiriye. Me balê kêşa ser 5 xalên Peymana Navneteweyî ya Mafên Medenî û Siyasî yên wekî:

Xala 1ê derbarê mafê çarenivîsê ye, Xala 2yan têkildarî pêkanîna peymanê di hiqûqa navxweyî de ye, Xala 25an derbarê mafên demokratîk e, Xala 26an li ser wekheviya li pêşberî qanûnê û qedexekirina cihêkariyê ye, Xala 27an têkildarî mafên pêkhateyan e.

Li ser van xalan me da zanîn ku li gorî Xala 66emîn a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê ji ber ku her kes Tirk tê hesibandin hebûna Kurdan nayê qebûlkirin. Me diyar kir ku nêzîkatiya pergala serweriya Tirk a ku hebûna Kurdan înkar dike li dijî ruhê peymanê ye.”

“Em li bendê ne ku mafê Kurd ên dewletbûnê nas bikin”

Ozalp diyar kir ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî bi hejmara kodê serlêdana wan qebûl kiriye û wiha pê de çû:

“Têkildarî pêvajoya paşerojê serlêdana me hat qebûlkirin lê belê ev nayê wê wateyê ku daxwazên me tên qebûlkirin. Li gorî prosedurê, serlêdana me ji bo vekolînê hat qebûlkirin û hejmarek jê re hat dayîn. Îdiayên me dê di vê qonaxê de ji Komara Tirkiyeyê re bên şandin û îfadeyên wan bên wergirtin. Piştre komîsyon dê biryarê bide.

"Em hêvî dikin ku Neteweyên Yekbûyî derbarê Kurdan tesbîtên xwe bike"

Em li bendê ne ku Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî mafê çarenivîs û dewletbûna Kurdan nas bike. Ev mijareke li derveyî desthilata komîteyê ye. Lê em li bendê ne ku ev sazî nirxandineke hiqûqî bike û diyar bike ku di dîrokê de neheqî li Kurdan hatiye kirin, mafê çarenivîsê heye lê nehatiye bicihkirn û ji bo pêşîgirtina li naskirina mafên kolektîv ên Kurdan hin tedbîran wergire. Hêviya me ya sereke ev e. Cara yekem e Kurd bi daxwazên wiha serî li saziyeke Neteweyên Yekbûyî didin. Em li bendê ne ku ev saziya dadwerî ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî derbarê Kurdan de tesbîtên girîng bike. Ev rewşeke gelekî girîng e.”

Parêzer Ridvan Dalmiş jî di 13ê Tebaxa 2023yan de wiha gotibû:

“Her çend navê vê peymanê aştî be jî ji bo me Kurdan tenê mirin û êş anîne. Armanca Lozanê ew bû ku Kurd heta hetayê mafê diyarkirina çarenivîsa xwe ji dest bidin. Her wiha xwestiye bi asîmîlekirina gelê Kurd tune bike.”