Kurdistaniyan li Lozan û Cenevreyê Peymana Lozanê bi girseyî protesto kir

23 July 2023 09:27 0 dîtin
Kurdistaniyan li Lozan û Cenevreyê Peymana Lozanê bi girseyî protesto kir

PeyamaKurd – Li bajarên Cenevre û Lozanê yên Swîsreyê Kurdistaniyan bi minasebeta Salvegera 100emîn a Peymana Lozanê (24 Tîrmeh 1923) ku Kurdistan di navbera 4 dewletan de hatiye dabeşkirin, xwepêşandaneke mezin hate lidarxistin.

Duh 22yê Tîrmehê li bajarên Cenev û Lozanê yên Swîsreyê xwepêşandanên berfireh bi boneya derbasbûna 100 salan bi ser Peymana Lozanê re hatin lidarxistin û gelek Kurdistanîyan beşdarî kir.

Meşa xwepêşanderan ji pêşiya avahiya Chateau d'Ouchyê ku hevdîtinên Lozanê lê hatin kirin dest pê kir û ber bi Qesra Rumine ya ku peyman lê hatibû îmzekirin, berdewam kir.

Li Cenevreyê jî li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî peyamana Lozanê hate protestokirin û herwiha bi bilindkirina alên Kurdistanê sirûda netewî ya Kurd hate xwendin.