Erdogan: Destûra berê gumanê li ser demokrasiyê çêdike
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, li ser guhertina destûra Tirkiyê daxuyanî dan û got, hebûna destûra rejîma derbeyê gumanê li ser demokrasiya me çêdike.
Erdogan îro 27ê Gulanê di “Sempozyûma Destûra Sedsaliya Tirkiyeyê Destûra Sivîl Tirkiyeya Bihêz” de gotarek pêşkeş kir û got, destûreke ku bêyî lihevkirinê bê nivîsandin ji serî de xelet e.
Erdogan diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi destûreke sivîl û azad ku herkesî li xwe digre heye wiha axivî:
“Destûr belgeyeke nivîskî ye ku di navbera dewlet û gel de pêwendiyên fikrî û hestiyarî ava dike. Neçarkirina Tirkiyeyê bi destûra niha ya derbeyê gumanê dixe ser demokrasiya me, baweriya bi saziya siyasetê kêm dike. Tevî hebûna gel hêviyên kesên bijarde û alîgirên wesayetê zindî digire. Yek ji sedemên ku di 22 salên dawî de gefên li dijî demokrasiya me bi dawî nebûne ev e. Helbet li vê derê girîng e ku em van taybetiyên destûrên 61 û 82an bînin ziman. Her du destûr jî îdeolojîk in, tund in û bi destê aktorên li derveyî siyasetê hatine amadekirin û ji ber aliyê xirab bo siyasetê hatiye hiştin aliyên wan ên siyasî qels in.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin