Erdogan: “Di navbera me û Iraqê de wê peymana leskerî çêbibe”

16 May 2019 01:26 0 dîtin
Erdogan: “Di navbera me û Iraqê de wê peymana leskerî çêbibe”

PeyamaKurd- Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmehdî re, piştî hevdîtinên fermî kirin civîneka çapemeniyê lidarxist. Erdoğan weha got:

“Me biryarê da ku peymaneka leşkerî û baweriyê di navbera me de bê îmzekirin. Me behsa girîngiya tamîra xeta petrolê ya Kerkûk-Ceyhanê kir ku ji aliyê DEAŞê de hatibû roxandin.”

Erdoğan got ku ew biryarê dane da herêmên ku ji DEAŞê zerarê dîne bipêşbixin û ji xeta Kurdistanê heya başûrê Iraqê korîdorekî vekin da bazirganî bêkirin.

Heya niha di navbera her dû welatan de bi miqdarê 20 mîlyar dolarî bazirganî têkirin lê ev ne bese û xwestin ku hedefeka mezintir bo wan hebe.

Wê grûba xebatê ya her dû aliyan di demeka nêz de here û seredana Iraqê bike.