Erdogan di saet 14:00an de biryara xwe ya hilbijartinê eskere dike

10 March 2023 13:01 0 dîtin
Erdogan di saet 14:00an de biryara xwe ya hilbijartinê eskere dike

PeyamaKurd – Erdogan wê îro 14ê Gulanê di saet 14:00an de li Beştepeyê biryara xwe ya hilbijartinan eşkere bike.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan wê di 14ê Gulanê de biryara xwe ya hilbijartinan eşkere bike.

Li gor zanyariyan, Erdogan wê di saet 14.00an de li Beştepeyê daxuyanî bide û biryara nûkirina hilbijartinê îmze bike.

Biryara Erdogan a li ser xala 116. a Destûra Bingehîn wê di Rojnameya Fermî de bê weşandin. Sindoq wê di 14ê Gulanê de piştî 60 rojan roja Yekşema yekem bê danîn.

Erdogan di daxuyaniya xwe ya piştî Civîna Lijneya Wezîran a roja Duşemê de wiha got: " Em pêvajoya hilbijartinê bi weşandina biryara hilbijartinê ya ku em ê di 10ê Adarê roja Înê de li gor rayeya ku Destûra Bingehîn daye, di Rojnameya Fermî de biweşînin destpê dikin."