Erdogan: Em ê budçeya berevaniyê 75 milyar dolaran zêde bikin
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan, îro 10ê Nîsanê di merasîma radestkirina keştiya bi navê TCG ya balafirên bêmirov de, li bajarê Stenbolê eşkere kir ku ew dê budçeya berevaniyê ji 60 milyar dolaran bikin 75 milyar dolar.
Erdogan got, keştiya navborî yekem keştiye ku li ser asta cîhanê bê mirov e û çekdar e û diyar kir: “Piştî 7 salan keştiya me dest bi xizmetê dike. Ev keştî ji bo artêşa me li ser xêrê be.”
Serokomarê da xuyakirin ku berê hejmara projeyên pîşesaziya berevaniya Tirkiyê 62 bûn lê niha gihîştine 750 projeyan û li ser budçeya berevaniya Tirkiyê jî wiha axivî:
“Dema em hatin ser hikmetê budçeya berevaniyê 5.5 milyar dolar bû, lê ev hejmar niha gihîştiye zêdetirî 60 milyar dolaran. Em niha bi îhaleyên ku berdewam dikin budçeya beravaniya xwe ya pîşesaziyê ji bo 75 milyar dolar zêde dikin.”
Erdogan herwiha eşkere kir ku hinardeya sektora pîşesaziya berevaniya Tirkiyê gihîştiye 4 milyar û 400 milyar dolaran û ew yek wekî serkeftin bi nav kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin