Erdogan fermandarên Azopê li beramber azadkirina pîlotên rûsî sandine Ukraynayê
PeyamaKurd - Derket holê ku Tirkiyê fermandarên Azopê li beramberî radestkirina pîlotên dîlgirtî yên rûsî şandine Ukraynayê.
Li gorî medya rûsî di Lûtkeya Rûsya-Afrîka de di gotûbêjên hatine kirin de, derketiye holê ku Tirkiyeyê fermandarên Azopê piştî şandina Ukraynayê, rêveberiya Kîevê jî pîlotên rûsî yên dîl hatine girtin radestî Rûsyayê kirine.
Herwiha di axaftinên hatine kirin de, tevî pîlotan gelek leşkerên dîlgirtî yên rûsî jî piştî vegera fermandarên Azopê hatine azadkirin
Beriya niha Kremlînê ragihandibû ku li gorî lihevkirina wan divê heta dawiya şer fermandarên hêzên Azopê li Tirkiyeyê bimînin, lê belê piştî pêşniyaza Erdogan a radestkirina pîlotên girîng ên rûsî ew biryar hatiye guhertin û bi şandina fermandarên Azopê bo Ukraynayê re ew pevguhertin hatine kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin