Erdogan: Em ji bo azadkirina Kurd û Ereban li Sûriyê ne

24 December 2018 19:20 0 dîtin
Erdogan: Em ji bo azadkirina Kurd û Ereban li Sûriyê ne

PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro 24ê Kanûnê di axaftineke xwe de, li ser hebûna leşkerên tirk li Sûriyê got ku ew ji bo azadkirina Ereb û Kurdan li wir in.

Erdogan diyar kir ku ew ji bo ewlehî û armiyê li Sûriyê ne û got, “Em pirsgirêkên Kurdan wekî yên xwe dibînin. Em niha ji bo çi li Sûriyê ne? Ji radestkirina azadiya birayên me yên Ereb û Kurd em li wir in. Em Kurdên Sûriyê êdî teslîmî zilma PKK û PYDê nakin. Şingal jî wisa, heta we der jî bi ewle bibe çi lazim be em ê bikin.”