Erdogan operasyon ragihand: Em Ereban jî û Kurdên terorîst jî bas dizanin...

12 December 2018 16:40 0 dîtin
Erdogan operasyon ragihand: Em Ereban jî û Kurdên terorîst jî bas dizanin...

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku heta çend rojan operasyona bi ser Rojhilatê Firatê de destpê dike.

Erdogan derbarê operasyona ser Rojhilatê Firatê de ku di bin kontrola HSDê de ye got, "Heta çend rojan dê operasyonli rojhilatê Firatê bê destpêkirin. Armanca me ne qetiyen ne leşkerên Amerîkî ye, armanc endamên terorê yên li herêmê ne. Em dê hewil bidin wekî herêmên din ên Sûriyê, Rojhilatê Firatê jî ji bo xwediyên eslî yên wê derê bikin cihekî bi ewle û aram.”

Serokomarê Tirk herwiha Amerîka bi piştgiriya Kurdan tawanbar kir û diyar kir, "Dibêjin ew ne Kurd in, Ereb in. Em bi ereban jî dizanin bi Kurdên terorîst jî baş dizanin. Heger di nav birayên me yên Kurd de terorîst hebin, bila li qisûrê nenêrin, em ê çi pêwîst be bikin.”