Erdogan: Hedefa hecma bazirganiya me bi Misrê re di wexta nêz de 15 milyar dolare
PeyamaKurd – Li welatê Misrê piştî Abadulfattah Sisi hat ser deshilatê û serpereştên Îxwanan îdam kir, li ser mijarê navbera serokê Tirkiyê Erdoğan û serokê Misrê Sisi nexweş bû û di ser de 12 sal derbas bû.
Niha serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ji bo seredana fermî bi heyeta xwe ve li payîtext Qahîr a Misrê ye.
Li Misrê Sisi pêşwaziyeka germ li Erdoğan kir û got:
“Ez bende me ku di Nîsana pêşiya me de bersiva ziyareta serokkomarê Tirkiyê Erdoğan bidim. Seredana Erdoğan gelek baş bû û wê bibe sedema pêşdeçûna têkiliyên her dû welatan.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayipo Erdoğan jî di mijara bazirganiya bi Misrê re weha got:
“Hedefa me ew e di nêz de bi Misrê re hecma bazirganiya me bigihê 15 milyar dolarî û me li ser vê xalê li hev kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin