Erdogan: Heya dawiya hezîranê em asasê Kanala Îstebolê datînin
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan ragihand ku dê heya dawiya meha hezîranê asasê Kanala Îstenbolê deynin. Erdoğan ragihandina xwe di dema merasima vekirina Barûya Çamlıcayê de kir. Erdoğan got; tevî partiyên muxalefetê qebûl nakin jî wê Kanala Îstenbolê ava bikin.
Erdoğan got; hawirdorî bi gotinan nabe û divê di pratîkê de bê îspatkirin. Li ser vekirina Barûya Çamlıcayê Erdoğan bi gotinekî Lamartine bibîrxist ku gotiye:
“Eger ez cara dawiyê li dinyayê binêrim, ez ê ji ser girê Çamlıcayê li dinyayê binêrim.”
Barûya Çamlıcayê ji erdê 587 metre bilinde û 100 radyo dikarin weşana xwe bikin bê ku pêlên wan tevlihev bibin.
Erdoğan li ser Kanala Îstenbolê got ku wê 6 pirên mezin li serê hebin û wê du bajaran li dora kanalê ava bikin. Divê em qedrê Îstenbolê baş bizanibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin