Erdogan: Hin sewatên daristanan sabotajên PKKê bin jî…
PeyamaKurd – Serokê Giştî yê AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di civîna serokên bajaran a partiya xwe de, li ser rojevê axivî.
Erdogan, derbarê aboriya Tirkiyê û kêmbûna diravên Banka Navendî de got ku niha rezerwên Banka Navendî 109 milyar dolar e û ew dê di heyama pêş de derxin ser 115 milyar dolaran.
Li ser dahata milî ya Tirkiyê jî Erdogan diyar kir ku her çiqas ji ber hin sedemên wekî bilindbûna nirxê diravên biyanî miqdarekê kêm bûbe jî ew dê di demeke herî kurt de dahata milî derxin ser 1 trilyon dolaran.
Erdogan derbarê şewatên daristanan de ku li gelek bajarên Tirkiyê rû dane jî diyar kir, “Ev afat ne tenê li welatê me çêdibin. Di hinek şewatan de sabotajên PKKê hebin jî di rastiyê de em rûbirûyî afatekê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin