Erdogan: Ji 214 sewatên daristanan 202 sewat hatin kontrolkirin

07 August 2021 15:29 0 dîtin
Erdogan: Ji 214 sewatên daristanan 202 sewat hatin kontrolkirin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di derbarê şewatên daristanan de diyar kir, ji 214 şewatên daristanan ên li 46 bajaran, 202 şewat hatin kontrolkirin.

Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê Twîtterê derbarê şewatên daristanan de agahiyên herî dawî parve kir û da zanîn: "Em xebatên xwe yên temirandina şewatên daristanê her dem bi zêdekirina wesayîtên xwe yên midaxaleyê yên ji bejahî û hewayê ve didomînin. Em ê welatê xwe tu carîn teslîmê çolê nekin, bêav nehêlin."

Li gor grafîka ku Erdogan parve kiriye; 18 balafirên amfîbîk, 850 arazoz û tankerên avê, 57 balafir, 150 makîneyên kar, 9 wesayîtên asîmanî yên bêmirov û 5 hezar 250 personel beşdarî xebatên temirandina şewatê bûne û diyar dike ku 4 balafir û balafireke ku ji dervayî welêt hat peydakirin jî dê beşdarî xebatan bibin.