Erdogan ji bo petrola Gabarê û kêmkirina bihayê benzînê ferman da!

13 August 2023 13:04 0 dîtin
Erdogan ji bo petrola Gabarê û kêmkirina bihayê benzînê ferman da!

PeyamaKurd – Piştî zamên zêde yên benzîn û mazotê ku bandorê li ser gelek kelûpel û berheman kir, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan beriya hilbijartinên herêmî yên Adara 2024an amadekariya daxistina nirxê sotemeniyê dike.

Li gorî medya Tirk, Erdogan ferman daye ku ji bo daxistina nirxê benzîn û mazotê xebat bêne kirin ku ew zamên rekor beriya hilbijartinan werin rawestandin û heta 8 lîreyan jî nirxê sotemeniyê were daxistin.

Herwiha hatiye diyarkirin ku Erdogan daxwaz ji rayedarên xwe kiriye bilez petrola li Çiyayê Gabarê tê derxistin, bixin nav bazarê daku bi wî awayî jî nirxê sotemeniyê bê kêmkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî hilbijartinên 14ê Gulanê pêleke mezin a zaman dest pê kiriye ku welatî bêzar bûne ku karmand û karker ji helîna mûçeyên xwe li hember bihayiyê bi zehmetî debara xwe dikin.