Erdogan: Lezkirin, dibe xespa vîna neteweyî!

15 May 2023 00:30 0 dîtin
Erdogan: Lezkirin, dibe xespa vîna neteweyî!

PeyamaKurd- Namzedê Tifaqa Cûmhûr ê Serokomariya Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan ku hîn Serokomarê Tirkiyeyê ye, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyamek arasteyî gel û partîzanên xwe kir.

Erdogan di peyama xwe de bal kişand ser hawira erênî ya proseyên dengdayîn û hejmartinê û got,"Rastiya ku hilbijartinên 14ê Gulanê di çarçoveya cejneke mezin a demokrasiyê de bi aştî û aramî pêk hat, nîşaneya mezinbûna demokratîk a Tirkiyeyê ye.

Tu dema ku hilbijartin di hawireke wiha erênî û demokratîk de derbas bû û hîn hejmartina dengan didome, hewildana eşkerekirina encaman a bi lez, tê wateya desteserkirina vîna neteweyî. Em kêfxweş in ku xêra miletê me di hejmartina dengan a berdewam de xuya dike.”

Erdogan got, “Ez ji hemû hevkar û rêhevalên doza  xwe daxwaz dikim ku heta encam bi fermî neyên eşkerekirin, çi dibe bila bibe; li ser sindoqan bimînin. Ez hemû welatiyên xwe yên ku bi navê demokrasiyê dengên xwe dane û di xebatên hilbijartinê de cih girtine pîroz dikim û spasiyên xwe pêşkêşî her kesî dikim.”