Erdogan li Semsûrê got: ‘Ev rastiyek e, di mudaxelekirinê de kêmasî çêbûn’
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di gera xwe ya herêmên erdhejê de îro 10ê Sibatê derbasî bajarê Semsûrê bû û li wir daxuyanî dan û eşkere kir ku hejmara mirinên erdhejê gihîştiye 18 hezar 991 kesan.
Erdogan di roja 5em a erdhejên Mereşê yên bi pileyên 7.6 û 7.7 de ku li 10 bajaran wêranîyeke mezin û karesateke mirovî bi xwe re aniye axivî û cara yekem mikur hat ku di dema xwe de û bilez destwerdan nehatiye kirin.
Erdogan li ser têrnekirina xebatên rizgarkirinê û lêgerînê got: “Ev rastiyek e ku me nekariye mudaxeleyan li gorî daxwazê bikin.”
Li ser ragihandina Rewşa Awarte bo 3 mehan li 10 bajarên erdhejê jî Erdogan diyar kir ku ji niha û şûnde dewletê peywirên ser mijarê girtine ser xwe û yên suîstimalan bikin wê bên cezakirin.
Erdogan got ku ew dê ji bo salekê kirêya mexdûrên erdhejê bidin û diyar kir: “Hin kêmasî çêbûn. Lê dewleta me û miletê me bi hawara erdhejzedeyan ve çûn. Her tim erka me ya sereke mirov û can in. Em ê destûrê nedin yên îstismarê bikin.”
Herwiha Erdogan da zanîn ku 94 welatan pêşniyarên alîkariyê hatine û xebatên rizgarkirin û lêgerînê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin