Erdogan ji ber derengmayînê ji xelkê Semsûrê helalî xwest!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro 27ê Sibatê ligel Serokê Partiya Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî serdana bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê kir ku di erdhejên 6ê Sibatê de wêrankariyeke mezin lê çêbûye.
Erdogan li navenda krîzê ya Semsûrê daxuyanî da û ji ber derengmayîna çûyîna bi hawara xelkê Semsûrê ve jî helalî xwest.
Erdogan got: “Semsûr yek ji bajarê herî zêde di van erdhejên li ser hev çêbûne yên bêmînak li dinyayê de, wêran bûye û bandor li ser çêbûye ye.
Ji ber bandora hejînên hilweşîner, şertên nexweş yên hewayê û zehmeteyên xisarên li ser binesaziyê, mixabin heta çend rojan me li Semsûrê xebata ku me dixwest pêk neanî. Ji ber vê helaliyê ji we dixwazim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin