Demirtas bang li Erdogan kir: Xelkê biryara xwe daye...
PeyamaKurd – Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û siyasetvanê Kurd Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê bi peyamekê bang li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan kir û diyar kir: “Xelkê biryara xwe daye, ev mijar qediya ye. Xelkê te xêz kiriye.”
Siyasetvanê Kurd Selahattin Demirtaş li ser hesabê xwe yê Twitterê bang li Recep Tayyip Erdogan kir û eşkere kir: “Xelkê biryara xwe daye, ev mijar qediya ye. Xelkê te xêz kiriye. To be or not to be Erdogan (bûn an nebûn Erdogan). Were ser kursiyê em bibinîn.”
Demirtaş destnîşan kir: “Wê nîqaşên rojên dawî diyar bikin ku di pusulaya dengdanê de kîjan bijarde bêne pêş me. Tekane tişta tekez bûye niha ev e; em ê hemû bi hev re ji vê desthilata zilimkar xelas bibin, kesek nikare vê yekê biguhere. Çima? Ji ber ku Xelkê biryara xwe daye, ev mijar qediya ye.”
Hevserokê berê yê HDPê ku li girtîgeha Edîrneyê girtî ye da zanîn: “Erdogan! Em hemû lîstikên te yên gemarî û xefikên ku te danîne dizanin. Lê em rê nadin ku tu heyameke din îşkenceyê li xelkê me bikî.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin