Erdogan mizgîniya xwe da: Li Derya Res 320 milyar metrekab gaz hat dîtin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku çend roj berê gotibû ew dê roja înê mizgîniyekê bide, mizgîniya xwe îro piştî nimêja înê eşkere kir.
Erdogan ragihand ku wan li Derya Reş 9 sondajên kûr bi derfetên xwe yên xwemalî kirine û di sondaja dawî de jî bûye nesîb ku mizgîniyê bidin gelê xwe.
Erdogan got, "Fatîh a Keştiya Sondajê di sondaja ku 20ê Tîrmeha 2020an de dest bi kar kiribû, li Bîra Tunayê 320 milyar metrekab rezerva gaza siruî keşf kir. Em ê niha dest bi vekirina bîrên tesbîtê bikin û paşê jî konseptê eşkere bikin û dest bi avakirina sîstemê bikin."
Erdogan ev keşfa gazê wekî keşfa herî mezin a dîroka Tirkiyê li Derya Reş nirxand û diyar kir: "Li gor daneyên ku ji bîrê derdikevin li heman herêmê îhtimala keşifkirina xaza siruştî yê nû heye."
Hêjayî gotinê ye, beriya Erdogan eşkere bike jî medya cîhanê ragihandibû ku Tirkiyê gaza siruştî li Derya Reş dîtiye.
Herwiha opozîsyona Tirkiyê jî di nirxandinên xwe de dabû xuyakirin ku Erdogan ji bo bi gel xizanî û krîza aborî bide jibîrkirin van rojevan çêdike daku gel pê mijul bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin