'Erdogan pistî hilbijartinê bi Mehmet Sîmsek re hevdîtin kir'
PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku piştî Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan li gorî encamên ne diyar di hilbijartinê de bi ser ket, bi Wezîrê Darayî yê berê Mehmet Şîmşek re hevdîtin pêk anî.
Hat îdiakirin ku Wezîrê Darayiyê yê berê Mehmet Şîmşekê ku di dawiya meha adarê de di civîna xwe ya li Navenda Giştî ya AK Partiyê de gotibû "nafikirî ku têkeve siyaseteke aktîf" piştî ku encamên hilbijartinê eşkere bûn dîsa bi Erdogan re hevdîtin kir.
Ajansa Nûçeyan a Reutersê ragihand, Erdogan roja Duşemê bi Mehmet Şîmşek re hevdîtin kir.
Du çavkaniyên ku tê gotin nêzî mijarê ne, derbarê naveroka hevdîtinê de agahiyên berfireh nedan ajansê.
Şîmşek ku di civîna meha Adarê de ev pêşniyar red kir, bi tevlîbûna mîtînga Batmanê ya 10ê Gulanê piştgirî da Erdogan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin