Mehmet Sîmsek: Erdogan dê serdana Îmaratê bike
PeyamaKurd- Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şîmşek ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, piştî Lûtkeya Rêberên NATOyê plan dike ku serdana Îmaratê bike.
Mehmet Şîmşek, piştî civîna Encumena Wezîran a ku li Kulliyeyê hat kirin, pirsên rojnamevanan bersivandin. Mehmet Şîmşek di nav agahiyan de ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan dê di rojên pêş de serdana Îmaratê bike.
Şîmşek ragihand ku dê heftiya pêş şandek ji Îmaratê were Tirkiyeyê û da zanîn ku piştî xebatên di navbera şandan de bên rêvebirin, dê Erdogan serdana Îmaratê bike.
Mehmet Şîmşek, di derbarê dîroka serdanê de jî diyar kir ku tê payîn piştî Lûtkeya Serokên NATOyê ya 11 û 12ê Tîrmehê ev serdan bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin