Wê Erdogan û Mehmet Sîmsek bi veberhênerên Amerîkî re bicivin
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo beşdarî Civata Giştî ya 78. a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe li New York a Amerîkayê ye û tê çaverêkirin, hejmarek hevdîtinan bi berpirsên welatan re bike.
Hate ragihandin ku Erdogan bi şandeke berfireh çûye Amerîkayê ku Wezîrê Xezîne û Darayiyê Mehmet Şîmşek jî li gel wî ye.
Hate diyarkirin ku dê Erdogan û Şîmşek di vê serdanê de, ji bo veberhênerên Amerîkî bikişînin Tirkiyeyê bi wan re bicivin û hewl bidin wan ji bo veberhênanê razî bikin.
Hêjayî gotinê ye, ev demek dirêj e Tirkiye bi krîzeke aborî ya bi taybet zêdebûna enflasyona bihayiyê re rûbirû ye û ji bo veberhênana derve bikişîne bi hejmarek welatên Erebî re di nav danûstandinan de ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin