Mehmet Sîmsek: Em li bendê ne ku ev pêsketin berdewam bike

14 November 2023 11:14 0 dîtin
Mehmet Sîmsek: Em li bendê ne ku ev pêsketin berdewam bike

PeyamaKurd – Wezîrê Xezîne û Maliyê yê Tirkiyê Mehmet Şîmşek li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daneyên bîlançoya dravdana meha Îlonê ya ku Bankaya Navendî ya Komara Tirkiyeyê (CBRT) eşkere kiribû parve kir.

Şîmşek bal kişand ser rewşa erênî ya di bîlançoya heyî de û got, "Di 2 mehên dawî de di bîlançoya hesabê heyî de 7,3 milyar dolar başbûnek pêk hat. Em li bendê ne ku ev başbûn li gorî pêşbîniyên bernameya me berdewam bike."

Li gorî daneyên bîlançoya dravdanê ya ku CBRT ragihand, di meha Îlonê de 1 milyar û 876 mîlyon dolar zêdebûnek li ser hesabê heyî hebû.