Mehmet Sîmsek: Berzbûna enflasyonê dê hinek din jî berdewam be

10 August 2023 15:30 0 dîtin
Mehmet Sîmsek: Berzbûna enflasyonê dê hinek din jî berdewam be

PeyamaKurd- Wezîrê Xezîne û Darayiyê yê Tirkiyeyê Mehmet Şimşek, di derbarê rewşa aboriya Tirkiyeyê de gotarek da rojnameyekê û ragihand ku dê berzbûna enflasyonê, çend mehên din jî berdewam be.

Mehemet Şîmşek, di gotara xwe de bal kişand ser başkirina butceya welatê xwe û got: “Ji bo başkirina hevsengiya budceyê û pêçana birînên erdhejê, di bacê de hinek sererastkirin hatin kirin. Zêdekirina bacê gaveke enflasyonîst e û dê careke din dubare nebe. Armanca me ew e ku piştî vê pêvajoya derbaskirinê enflasyon bê kêmkirin.

Li gorî pêşbîniyên Banka Navendî jî enflasyon dê di çend mehên pêşiya me de jî ji ber sedemên cuda her bilind bibe.”

Wezîrê Tirkiyeyê diyar kir ku îsal ji bo dabînkirina zerara li hember enflasyona pêştir a welatiyan mûçe bi awayekî cidî hatin zêdekirin û axaftina xwe bi vî awayî berdewam kir:

“Em wiha bawer dikin bi bernameya ku bê cîbicîkirin em ê pêşiya xwe baştir bibînin. Ez wisa bawer dikim ku sermayeya ku bê Tirkiyeyê dê zêde bibe û di demên pêş de bi kêmbûna rewşa ne diyar û kêmasiya bazirganiya derve re em ê nêzîkî îstikrarê bibin. Ev jî dê bandoreke erênî li enflasyon û hêviyan bike."