Erdogan Serokê Parlamentoyê kir berbijêrê saredariya Stenbolê
PeyamaKurd - Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 29ê Kanûnê kandîdên şaredariyên bajarê mezin û navçeyên Stenbolê ragihandin.
Erdogan, wekî ku beriya niha jî hatibû ragihandin, ji bo Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Serokê Parlamentoya Tirkiyê Binalî Yildirim destnîşan kir.
Dema berbijêriya Yildirim ketibû rojê nîqaşên ku ji ber berbijêriyê ew jî wekî hemû karmendên dewletê ji Seroktiya Parlamentoyê îstifa bike hatin kirin.
Erdogan derbarê îstifayê de diyar kiribû ku ew dê rêyekê jê re bibînin û gotibû, ‘Pêwîst nake dema bi berbijêrê şaredariyê ji seroktiya parlamenê îstifa bike.”
Hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê 31ê Adara 2019an birêve diçin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin