Erdogan û Fuad Husên li Stenbolê civiyan

08 August 2021 09:21 0 dîtin
Erdogan û Fuad Husên li Stenbolê civiyan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên civiyan.

Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê ragihand ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên roja Şemiyê 7ê Tebaxa 2021ê li Koşka Vahdettîn a Stenbolê bi qasî 40 xulekan hevdîtineke pêk anîn.

Derbarê naveroka civînê de ti zanyarî nehatin belavkirin.

Erdogan beriya hevdîtina ligel Fuad Husên jî pêşwazî li Serokwezîrê Lîbyayê Abdulhamid Dibeybe kiribû û piştî civînê şandên herdu welatan civiyabûn.