Erdogan û Michael bi rêya telefonê axifîn

13 October 2020 00:09 0 dîtin
Erdogan û Michael bi rêya telefonê axifîn

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan bi rêya telefonê bi serokê Konseya Yekîtiya Awrûpayê re bi Charles Michel re axifî. Mijara axaftina her dû aliyan li ser rojhilatê Derya Sipî û mijarên herêmê bûn.

Di hevaxaftinê de, mijarê vejandina têkiliyên Tirkiyê û YA yê, bicîhanîna berpirsiyariyên mutabaqatên 18 adarê ji aliyê YA yê de, Yekîtiya Gumrikê û mijara vîzeyê hebûn.

Erdoğan her weha behsa tehdîda Ermenistanê ya li ser xeta borûya petrolê ya ji Azerbeycanê tê kir û got ku li noqteya Tovuzê û Gence ewlekariya xaz û enerjiya diçe Awrûpayê di talûkê de ye û xwest YA li dijî Ermenistanê cephe bigre.