Erdogan û Serokê Filîstînê civiyan

26 July 2023 14:30 0 dîtin
Erdogan û Serokê Filîstînê civiyan

PeyamaKurd- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, di çarçoveya serdana fermî ya Tirkiyeyê de Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Ebas pêşwazî kir.

Piştî hevdîtina herdu rêberan, civîneke hevpar a çapemeniyê hat dayîn û Erdogan di civînê de got

"Em bi awayekî herî xurt piştgirîya doza Filîstînê dikin û em ê piştgiriya xwe jî berdewam bikin. Yekane rêya aştiyeke mayînde jî çareseriya du dewletan e."

Yekîtî û lihevkirin pêwîst e

Erdogan di dewama axaftina xwe de got, "Em nikarin çalakiyên ku ji bo guhertina statukoya dîrokî ya cihên pîroz tên kirin qebûl bikin. Yek ji hêmanên sereke yên vê pêvajoyê yekîtî û lihevkirina Filîstîniyan e."

Di sala 1967an de avakirina dewleteke serbixwe ya Filîstînê ku paytexta dê Qudsa Rojhilat e, li gorî pîvanên Neteweyên Yekbûyî (NY), ji bo aştî û aramiya tevahiya herêma me pêwîst e. Em bi awayekî herî xurt piştgiriya doza Filîstînê dikin û em ê jî piştgiriya xwe berdewam bikin. Yekane rêya aştiya mayînde, çareseriya du dewletî ye."

Mehmud Ebas jî got, "Em girîngiyê didin piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo gelê Filîstînê û piştgiriya wan a ji bo azadî û serxwebûna wan."