Erdogan û Serokê hikûmeta Wîfaq a Libyayê li Stenbolê civiyan

06 September 2020 20:08 0 dîtin
Erdogan û Serokê hikûmeta Wîfaq a Libyayê li Stenbolê civiyan

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro Yekşemê li bajarê Stenbolê pêşwazî li serokê hikûmeta Wîfaq a Libyayê Fayiz Serac kir.

Civîna Erdogan û Serac ji medyayê re girtî hat kirin û ti daxuyaniyeke fermî heta niha derbarê wê hevdîtinê de nehatiye dayîn.

Hêjayî gotinê ye, ji bo çareserkirina krîza siyasî û leşkerî ya Libyayê welatên Ewropî û Ereb di nav hewldanan de ne ku Tirkiye dixwaze wek aktoreke sereke gotina xwe bi rêya Serac bide qebûlkirin.

Tirkiye ev du sal in hem ji aliyê leşkerî ve hem jî siyasî li dijî hêzên Hefter û Meclîsa Tobrukê piştgiriyeke xurt dide, hikûmeta Wîfaq a Trablûsê.