Li Libyayê du komên çekdarên girêdayî hikûmeta Wîfaq ser hev kirin: 5 kustî…

25 September 2020 16:39 0 dîtin
Li Libyayê du komên çekdarên girêdayî hikûmeta Wîfaq ser hev kirin: 5 kustî…

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Libyayê îro danê Sibehê di navbera komên çekdar ên girêdayî hikumeta Wîfaqê de li herêma Tacorayê şerekî dijwar rû daye.

Li gorî ragihandina çavkaniyên herêmê, di encama şer de herî kêm 5 kuştî û hejmarek çekdar jî birîndar bûne ku ew şer di navbera koma çekdar a "Deman" û "Isûd Tacorayê" de rû daye.

Çavkanî diyar dikin ku fermandarê koma Deman fermandarê Isûd Tacorayê yê bi navê Nadir El-Ezreq û hevalê wî di civîna wan û navbeynkaran a agirbestê de kuştiye û ji ber wê jî di navbera wan de şer derketiye û baregeha moşekan a navenda koma Deman hatiye armanc kirin.

Hat diyarkirin ku ji ber pevketina herdu komên çekdar rewş li herêmê aloz bûye.