Erdogan û Stoltenberg, li ser Swêdê axivîn!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku di çapemeniya Tirkiyeyê de hatin ragihandin, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan, îro bi telefonê ligel Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg re axivî.
Di agahiyên ku hatin dayîn de hat zanîn ku naveroka axaftina Erdogan û Stoltenberg, li ser nêzîkahiya Swêdê ya di derbarê rêxistinan bû.
Hat eşkerekirin ku di axaftina hat kirin de geşedanên li Rusyayê û pêvajoya endamtiya Swêdê ya NATOyê hatin gotûbêjkirin.
Her wiha hat diyarkirin ku helwesta avaker a Tirkiyeyê ya li hember endamtiya Swêdê dewam dike, lê ji ber ku alîgirên PKK-PYD-YPGê li Swêdê bi awayekî azad tevdigerin, guhertinên qanûnî bêwate bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin