Erdogan û Trump bi rêya telefonê axifîn
PeyamaKurd- Li gor ragihandina wezareta danûsitendinê ya Tirkiyê, serokê Amerîkayê Trump û serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan di rêya telefonê de li ser mijara berlêgirtina koronavîrusê axifîne. Ji bilî mijara koronavîrusê, her weha li ser mijara Idlibê û Lîbyayê axifîne û her dû lîder desteka xwe bo agirbesê ragihandine. Bo berlêgirtina vîrusê her du lîder girîngiya hevkariya navdewletî kirine û behsa parvekirina tecrubeyan bo hev kirine.
Koşka Sipî jî di mijara axaftina telefonê de ragihand ku her dû lîder behsa pêdiviya desteka agirbesa li Sûriyê û Lîbyayê kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin