Erebistana Siûdî îsal rê li ber serdana Hecê vekir

09 April 2022 11:39 0 dîtin
Erebistana Siûdî îsal rê li ber serdana Hecê vekir

PeyamaKurd  Erebistana Siûdî biryar da, îsal pêşwaziya milyonek heciyan bike.

Li gor Wezareta Hec û Umre ya Erebistana Siûdî diyar kir, îsal rê li ber serdana Hecê tê vekirin, ku ji welatên din jî serdana Mekkeyê bikin û hejmar jî tê zêdekirin.

Wezaretê da zanîn, îsal ji navxwe û ji derveyî Erebistana Siûdî wê pêşwazî li milyonek heciyan bikin, li gor rêjeyên ku ji bo welatan hatine diyarkirin.

Hat zanîn Erebistana Siûdî du merc ji bo heciyan diyar kirine, kesên ku serdana Mekkeyê dikin, temenê wan 65 salî zêdetir nebe, herwiha divê pişkinîna wan a Koronayê hebe û 72 saet di ser re derbas nebe.

Herî dawî Wezareta Hec û Umre ya Erebistana Siûdî daxwaz dike ku di dema cîbicîkirina erkê olî de rênimayên xweparêziyê li ber çavan bigrin.