‘Êrîsa ser karwana Hesda Seibî ji aliyê Îsraîlê ve hatiye kirin’
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Fetih (Hevpeymaniya milîsên Heşdî Şeibî ya li Parlamentoya Iraqê) Îsraîl bi bombebarankirina milîsên Heşdî Şeibî tometbar kir ku şeva 14ê Îlonê balefireke şer karwaneke Heşdî Şeibî li gundên derdora Elbukemal a parêzgeha Dêrezor a li rojhilatê Sûriyê û nêzîk sînorê Iraqê hatibû bombebaran kirin.
Li gorî çavkaniyan karwana hêzên Heşda Şeibî ji 2 otomobîlan pêk hatibû û herdu jî bi temamî hatine têkşikandin.
Hevpeymaniya Fetih îro Pêncşemê ragihandiye: ‘Ew bombebaran destdirêjiye li ser serweriya Iraqê û pêwîste hikûmet û Parlamentoya Iraqê helwesteke ronî di vê derbarê de nîşan bide.’’
Hevpeymaniya Fetih daye xuyakirin, bi derketina hêzên biyanî ji Iraqê ve ew êrîşên wisa li ser milîsên Heşdî Şeibî wê bi dawî bibin û diyar kiriye ku berpirsyartiya Îsraîlê di êrîşê de heye.
Di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Piştî vegerandina 30 hezar çekdarên Heşdî Şeibî li ser karên xwe, di Îsraîlê de tirs çêbûye, ji ber wê jî ew êrîş li ser karwanê Heşdî Şeibî pêk aniye.”
Hêjayî gotinê ye, berdevkê hêzên hevpeymaniya navdewletî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto, derbarê wê êrîşê de ragihandibû ku ew êrîş ji aliyê balafirên hevpeymaniyê ve nehatiye kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin