Li sînorê Iraq-Sûriyê karwana Hesda Seibî hat bombardiman kirin
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku î berevarê balafirên bêmirov ên nenas li nêzîkî sînorê Iraq - Sûriyê êrîşî karwaneke Heşda Şeibî kirine û fermandarê Lîwaya 45 a Heşda Şeibî di wê bombardimanê de hatiye kuştin.
Li gorî nûçeya medya Iraqî çavkaniyên herêmê ragihandine ku fermandarê hatiye kuştin ser bi Ketayîbên Hizbullah a Iraqî ve bûye.
Malpera Meydîn a Iraqê bi zarê çavkanîyeke berpirs di Heşda Şeibî de belav kirîye ku Heşda Şeibî ji vê êrîşê Îsraîlê berpirsiyar dibîne.
Serokê Desteya Heşda Şeibî EbuMehdî Muhendis jî beriya niha Amerîka bi berpirsiyariya êrîşên ser bingehên Heşda Şeibî tawanbar kiribû bi sedema ku bi destûra wan balafirên bêmirov ên Îsraîlê li ser esmanê difirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin