Êrîsê hêzên rejîma Sûrî kirin: 14 kustî û 10 birîndar
PeyamaKurd – Grûbên muxalif yên li Sûriyê li bajarê Dêrezorê li devera El-Melha El-Şûla êrîşê erebeyeka rejîmê kirine, di êrîşê de 3 leşkerên Sûrî mirine û 10 kes birîndar bûne. Li gor agahiyên çapemeniya cîh 14 kes hatine kuştin.
Ajansa xeberan ya SANA yê ragihandiye ku êrîş ji aliyê devera El-Tenefê de hatiye. El-Tenef dikeve ser sînorê Sûriye, Iraq û Urdunê.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê ragihandiye ku êrîş ji aliyê DEAŞ ê de hatiye kirin. Li aliyê dinê rejîma Sûriyê dibêje ku baregeha El-Tenefê di bin destê Amerîkayê de ye û hêzên Amerîkayê hêsanî çêdike da DEAŞ ji sînorê Iraqê derbas bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin