Êrîseke berfireh a DAISê li ser Kerkûkê hat pûçkirin
PeyamaKurd – Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê, do danê êvarê bi daxuyaniyekê qedexeya çûnûhatinê di saet 09:00ê êvarê de tundtir kir û da zanîn, bi sedema xweparêziya ji Koronayê ye. Lê di rastiyê de, ew ji encama metirsiya hebûna êrîşeke teroristî ya li ser Kerkûkê bû.
Li gor zanyariyên ku di nivîseke nehênî ya Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê de hatine û ji dezgehên ewlehiyê yên Kerkûkê re hatine şandin, Fermandariya Operasyonên Hevbeş daxwaz ji hêzên ewlehiyê dike ku di rewşa amadebaşiyê de bin, ji ber ku DAIŞ bi niyaz e êrîşeke berfireh li ser Kerkûkê bike.
Herwiha di nivîsê de hatiye destnîşankirin, du armancên DAIŞê ji wê êrîşê hene, yek ji wan, girtîgeha Girtin û Veguhastinê (girtîgeha Tesfîrat) e.
Di girtîgeha Tesfîratê de, ji hezarî zêdetir kes hene û beşeke mezin ji wan çekdarên DAIŞê ne û li gor madeya 4a Terorê tê de girtî ne. Herwiha hejmarek ji jin û kesûkarên çekdarên DAIŞê jî tê de girtî ne.
Armanca duyem jî avahiya Dadgeha Kerkûkê. Li gor Fermandariya Operasyonên Hevbeş aşkere kiriye, 14 terorîst bi rêya barhilgirekê ku bilok hilgirtine derbasî Kerkûkê bûne, di destpêkê de jî, 2 çekdarên xwekuj êrîş dikin.
Fermandariya Operasyonên Hevbeş di nivîsa xwe ya nehênî de navê wan hemû teror3istan diyar kiriye û gotiye, çekdaran cilên polîsan li xwe kirine û çekên sivik bi wan re hene da ku êrîşê pêk bînin.
Li gor zanyariyên Îstîxbaratê, beriya êrîşê çekdarên DAIŞê çend topên Hawanê davêjin navenda bajêr, da ku xelk bitirse û rewş tevlihev bibe.
Dema êrîşê, weke ku di nivîsa Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Kerkûkê de hatiye diyarkirin, îro di saet 2ê ber destê sibê bû, lê ji ber hişyariyên pêşwext ên hêzên ewlekariyê, êrîş hate pûçkirin.
Herwiha hemû hêzên asayîşa Kerkûkê heta vê sibehê rewş şopandin, bi taybetî girtîgeha Tesfîrat û avahiya Dadgeha Kerkûkê ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên mezin ve hatine dorpêçkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin