Êrîseke terorîstên DAISê ji aliyê Pêsmergeyên Kurdistanê hat sikandin
PeyamaKurd – Li devera Germiyan êrîşeke terorîstên DAIŞê ji aliyê Pêşmergeyên Kurdistanê hat şikandin.
Şeva borî li devera Qorîçay, ku dikeve navbera bajarokên Kifrî û Xurmatû, terorîstên DAIŞê êrîşî hêzên Pêşmerge kirin, ji ber wê jî şerekî giran derket.
Li gorî zanyariyan, hêzên Pêşmerge bi tundî bersiva terorîstên DAIŞê dan û ew neçar kirin ji deverê birevin û di encama wî şer û êrîşê de tu ziyanek negihîşt hêzên Pêşmerge.
Sentera medyayî ya Wezareta Pêşmerge jî êrîş piştrast kir û diyar kir, tu ziyanek negihîştiye Pêşmerge.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin