Êrîsî dibistanên sîeyan kirin: Herî kêm 20 xwendekar hatin kustin

19 April 2022 20:06 0 dîtin
Êrîsî dibistanên sîeyan kirin: Herî kêm 20 xwendekar hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li paytexta Afganistan Kabulê di encama du êrîşên xwekujî yên ser dibistan û navendeke perwerdehiyê ya mezheba şîeyan de, herî kêm 20 xwendekar hatin kuştin.

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Kabulê daye xuyakirin ku di encama teqînan de, 6 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 kes jî birîndar bûne.

Li gorî çavkaniyên xwecihî di encama teqînên xwekujî yên êrîşa ser Navenda Perwerdehiyê ya Mumtazê û ya li ser lîseya Abdurrahîm Şehîd de herî kêm 20 xwendekar hatine kuştin û gelekên din jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku ew her du êrîş li taxa Deştî Berçî ya şîenişîn hatine kirin ku bi taybet piştî hatina ser deshilatdariya Talibanê ya Afganistanê êrîşên ser şîeyan zêde bûne.

Beriya niha rêxistina bi navê DAIŞ-Xorasanê berpirsiyariya hejmarek êrîşên hatibûn kirin, li xwe girtibû.