Êrîskarê nivîskar Selman Rusdî ji aliyê polîsan ve hat girtin
PeyamaKurd – Êrîşkarê nivîskar Selman Ruşdî, yê 24 salî û navê wî Hadî Meter e, ji aliyê polîsên Amerîkayê ve hat desteserkirin.
Nivîskarê pirtûka Ayetên Şeytanî, do Înê li New York a Amerîkayê rastî êrîşa bi kêran hat û bi giranî birîndar bû.
Li gor zanyariyan, ew emeliyat kirine lê berdevkê Selman Ruşdî diyar dike, hîn rewşa wî ne zelal e, kêr li stû û zikê wî ketiye. Dibe ku ew çavekî xwe ji dest bide. Niha nikare biaxive.
Herwiha polîsê New Yorkê di konferaseke rojnamevanî de destnîşan kir, êrîşkar hatiye girtin û gencekî 24 salî ye navê wî Hadî Meter e, New Jersey rûdine.
Polîsê New Yorkê eşkere kir, ew gênc bi biletê çûye cihê ku Selman Rûşdî tê de gotar dida û nehatiye ragihandin eslê wî çi ye.
Nivîskarê bi eslê xwe Hindistanî Selman Ruşdî ku ji Brîtanyayê ye û 75 salî ye, ji ber nivîsandina pirtûka Ayetên Şeytanî rastî gefên Îslamiyan hatibû û Damezrînerê Komara Îslamiya Îranê Ruhulla Xumênî fetwaya kuştina wî dabû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin