Nivîskar û helbestvan Xemgîn Remo ji aliyê Asayîsa Rojava ve hate girtin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Nivîskar û helbestvan Xemgîn Ramo li bajarokê Dirbêsiyê yê parêzgeha Hesekê, ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistkanê ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Tora Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye, nivîskar û helbestvan Xemgîn Ramo ji roja 6ê Tîrmehê ve li bajarokê Dirbesiyê ji aliyê hêzên asayişê ya ser bi HSDê ve hatiye girtin û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Hatiye diyarkirin, Hêzên Sûriya Demokratîk û şaxên wê yên ewlekariyê binpêkirinên xwe yên li dijî sivîl, siyasetmedar û dijberan bi behaneyên derewîn li navçeyên di bin destê wan de didomînin.
Di daxuyaniyê de daxwaza diyarkirina çarenivîsa Xemgîn Remo tê kirin û tê gotin, îhtimal heye ku rastî îşkence û windakirina bi zorê were.
Herwiha Torê bang li civaka navdewletî jî kir ku berpirsiyariya xwe li hember sivîl, dijber û siyasetmedaran li navçeyên di bin kontrola HSDê de bigire ser milê xwe, hesabê ji berpirsan bixwaze û wan derxe pêşberî dadgehan, zextê li wan bike, da ku binpêkirinên xwe rawestînin û çarenivîsa bi sedan sivîlên ku di girtîgehên wan de winda bûne, eşkere bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin