Es Sebab sîlihên ku Tirkiyê ji hukumeta Somaliyê re sandiye xist dest
PeyamaKurd – Rêxistina Eş Şebabê li seranserê Somaliyê hebûna xwe bi tevgerên xwe nîşan dide û belkî ji hukumeta Soaliyê bêhtir deveran kontrol dike. Eş Şebab, di ser hesabê xwe yê medya civakî de ragihand ku wan sîlihên ku Tirkiye ji hukumeta Somaliyê an ku Mogadişu re şandiye xistine dest.
Eş Şebab her weha got ku sîlihên Tirkiyê di êrîşên ser hêzên hukumetê yên asayîşê de bidest xistiye. Di nav sîlihên Tirkiyê de ew çekên ku Tirkiyê daye hukumeta Somaliyê MPT 76 hene ku ‘Tivinga Mîllî ya Piyade’ ye.
Di daxwuyaniya rêxistinê de hat gotin ku sîlihên bi dest xistine, di kemîna ser hêzên asayîşa bajarê Mudugê de xistine dest.
Tirkiye aşkera destekê dide rêvebiriya Somaliyê ya Mogadişu û hem Amerîka û welatên Rojava jî destekê didinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin