Esad: Karesata erdhejê, ji derfetên me mezintir e

17 February 2023 17:02 0 dîtin
Esad: Karesata erdhejê, ji derfetên me mezintir e

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad, piştî erdheja ku navenda wê li Mereşê bû û bandora xwe ya wêrankir li Suriye û rojava jî kir, cara yekemîn axivî. Esad da zanîn ku karesat, ji derfetên destên wan, gelek mezintir e.

Piştî erdhejên li navenda Mereşê ku bandor li Rojava û Suriyeyê jî kir, Esad axaftina xwe ya yekemîn ji gel re kir.

Esad got: "Berdengiya wê karesatê û karên ku ji me re hatine spartin ji derfetên li ber destê me gelek mezintir bûn. Lê belê hem ji ber şer û dorpêçê û hem ji ber ku Suriye ev 250 sal in nebûbû herêmek ku erdhejên wêrankir lê hatine jiyankirin, tiştên ku civaka me bi kes û saziyên xwe bike ji derfetên heyî wêdetir bû. Ne tesîs û avahî û ne jî sazî û alav ji bo her karesateke xwezayî amade nebûn. Vê yekê jî kir ku dijwariyek ji celebê xwe yê yekem be û bi mezinahiya herî mezin pêk were.”

Beşar Esad bi berdewamî got, "Ev qelsî nehatin qerebûkirin, ji bilî bersivdana bilind û bilez ji aliyê dezgehên dewletê, rêxistinên sivîl û kesan. Xwebexşên di rizgarkirinê de yên ku bi cureyî yan aborî bexş dikin, niştecih an derbideran bi her awayî hewil dane ku dorpêçê bişikînin da ku çi ji destên wan tê, ji bo alîkariyê bidin xwişk û birayên xwe yên êşdar.”