Lloyd Austin, ji ber karesata erdhejê, sersaxî da Tirkiyeyê
PeyamaKurd- Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin, ji ber erdhejên Mereşê ku wekî "karesata sedsalê" hat binavkirin, sersaxî da Tirkiyeyê.
Lloyd Austin, di vekirina Civîna Koma Têkiliya Parastinê ya Ukraynayê ya ku li baregeha NATOyê ya li Brukselê hat lidarxistin de axivî û di axaftina xwe de bal kişand ser erdhejên ku li Mereşa bakurê Kurdistanê çêbûn û bandora xwe li herêmên bakur, Suriye û Rojava kirin.
Austin, hevxemiya xwe ji bo wendahiyên dişewat ên jiyana ji ber erdhejên ku bandorên dijwar li peyî xwe hiştin, wiha axivî:
"Amerîka, dê bi awayekî lezgîn bi hevalbendên xwe yên Tirk û yên din re ji bo gihandina alîkariyên ji kesên hewcedar re berdewam bike."
Piştî erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6 ên li Mereşê ku wekî "karesata sedsalê" tê binavkirin, alîkariyên navdewletî yên mirovî û rizgariyê, ji bo herêmên erdhejê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin