Esayîb El Heq: Êrîsa ser Hewlêrê tolhildana êrîsa Amerîka ya ser Hesda Seibî ye!

07 July 2021 14:49 0 dîtin
Esayîb El Heq: Êrîsa ser Hewlêrê tolhildana êrîsa Amerîka ya ser Hesda Seibî ye!

PeyamaKurd - Endamê politburoya milîsên Esayîb Ehl El Heq Seed Seidî ku komeke bi ser Heşda Şeibî ve ye ji Şefeq News re ragihandiye ku êrîşa ser Hewlêrê tolhildana bombebarana binkeyên Heşdî Şeibî ya di dawiya meha borî ye.

Seed Seidî eşkere kiriye: “Grubên nav eniya berevaniyê (Muqaweme) êrîş pêk anîn û rojên pêş jî wê cure û çawaniya êrîşên ser Amerîkiyan biguhere û êrîş zêdetir bibin.”

Seîdî herwiha gef li Amerîkayê xwar û got, heger hêzên xwe ji Iraqê nekişîne, ew êrîş wê li ser hêzên wan berdewam bin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, 28ê Hezîranê balafirên şer ên Amerîkayê bi fermana Serok Joe Biden, hejmarek binke û depoyên milîsên Heşdî Şeibî li Rojavayê Iraqê û Rojhilatê Sûriyê bombebaran kirin.

Piştî wê êrîşê milîsên girêdayî Heşdî Şeibî û rêveberê milîsên Seyid Elşuheda Ebu Ala Elwelaî gotibûn: “Eniya Muqaweme ango berevaniyê plan ji bo operasyoneke leşkerî li dijî Amerîkayê dê daniye ku wê dengvedana wê jî mezin be.”

Eniya Berevaniyê ji grub û milîsên çekdarên Iraq, Sûriye, Lubnan, Filîstîn û Yemenê pêk tên û ji bo berjewendiyên Îranê kar dikin.