Esed: Divê amadekarî bi hezir di navbera Sam û Moskovayê de bê koordînekirin
PeyamaKurd – Serokê Sûriyê Beşer Esed ragihand ku ji bo hevdîtinên di navbera Tirkiyê, Sûriyê û Şamê de encamên baş bidin, divê her tişt berê, bi hezir bên amadekirin û di navbera Şam û Moskovayê de bên koordînekirin.
Li gor ragihandina serokkomariya Sûriyê, nûnerê taybet yê Putin yê Sûriyê Aleksandr Lavrentyev li Şamê bi Beşer Esed re civiyaye û li ser mijara hevdîtinên sêqolî yên di navbera di asta îstîxbaratan, wezîrên bergiriyê, wezîrên karên derve û serokên dewletan de axifî. Li gor ragihandina ajansa Sputnikê, Esed gotiye:
“Ji bo hevdîtinên weha bi encam bin, ji bo Şam dixwaze wan hedefên ku xwe bigihînê, divê di navbera Şam û Moskovayê de berê bê koordînekirin û bi plan bên amadekirin.”
Xalên ewilî yên ku Şam bende ye, divê Tirkiyê dev ji îşxala axa Sûriyê berde û desteka xwe ya ji bo terorê bibire.
Lavrentyev jî gotiye ku ew hevdîtinên sêqolî bi qiymet qebûl dike, dewama van hevdîtinan dixwaze û dixwaze têkilî di asta wezîrên karên derve de bê danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin