Esed hefteya pêsiya me li Moskova seredana Putin dike

12 March 2023 01:55 0 dîtin
Esed hefteya pêsiya me li Moskova seredana Putin dike

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov ragihand ku wê serokê Sûriyê Beşer Esed seredana Moskovayê bike û bi serokê Rûsyayê Putin re hevdîtin bike. Peskov ragihand ku wê seredan di orta adarê de bibe lê rojekî aşkera nekir. Moskova amadekariya pêşwazîkirina Beşer Esed dike.

Li gor şirovekarên siyasî yên Rûsyayê dibêjin ku Putin qebûl kiriye di navbera Tayip Erdoğan û Beşer Esed de navbeynkariyê bike. Lê tê gotin ku wê di wexteka nêz de hevdîtina sêqolî nebe. Li ser mijarê serokê daîra ewlehiya navdewletî û Akademiya dîplomasiyê Oleg İvanov gotiye:

“Niha rewşa Erdoğan tê de gelek zahmete. Di adarê de hilbijartin heye. Hevdîtina di navbera Esed û Erdoğan de di berjewendiya Erdoğan de be an nebe, tê heman wateyê. Li gor agahiyên di destê me de Erdoğan heya niha li dijî hevdîtinekî weha derneketiye.”

Di mijarê de cîgirê serokê Yekîtiya Dîplomatên Rûsyayê balyoz Andrey Baklanov jî gotiye:

“Armanca seredana Esed bo Moskovayê ne dîtina Erdoğan e. Esed niha hevkarê me yê siyasî yê herî girînge ku em û rojava ji ber wî li dijî hevin. Heya niha şertê Şamê yê yekem vekişîna leşkerên Tirkiyê ji Sûriyê ye. Piştî seredana serokerkanê Amerîkayê ji bo Kurdistan Rojava, dibe ku li ser seredana Milley, Esed tewrê xwe guhertibe.”

Li ser mijarê cîgirê serokê konseya bergirî û siyaseta derve yê Rûsyayê Dmitry Suslov jî gotiye:

“Piştî Amerîka destekê dide serxwebûna Kurdên Sûriyê ji Şamê, wê ti carê Tirkiyê neçe ti derê û ji bo zêde ax bixe destê xwe, wê bixebite da operasyonan bike.”

Pispor dibêjin ku lihevkirina Moskova û Şamê wê barê Moskovayê li Ûkraynayê sivik bike.