Esîran ji ber valahiya ewlehiyê û êrîsên DAISê çek hilgirtin

26 April 2021 20:28 0 dîtin
Esîran ji ber valahiya ewlehiyê û êrîsên DAISê çek hilgirtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku eşîrên li parêzgeha Diyale ya Iraqê ji ber êrîşên berdewam ên DAIŞê û nebûna ewlehiyê çek hilgirtin daku xwe biparêzin.

Cîgirê Parêzgarê Diyaleyê Kerîm Elî ragihandiye ku rewşa ewlehiyê ya parêzgeha Diyaleyê ber bi xirabûnê ve diçe û got, eşîrên li navçeyê rahiştine çekan û dibêjin, “Hêzên ewlehiyê yên hikûmetê nikarin me biparêzin.”

Herî dawî îro 26ê Nîsanê jî bombeyek li navenda bajarê Diyaleyê teqiya û di encamê de fermandarekî artêşa Iraqê hat kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn.